PAYÎZ (SONBAHAR)
Payîze,
demsal demsala koçberîyê ye.Axa serhedê ji ber sedemên xwezayî zerdike îro. Çil û çîya, deşt û zozan, rewî û rêbaz, nebat û însan di bêdengîyê de dimeşin.Li alîyê Agirî'yê meriv dibê qeyê Mele Ehmedê Xanî hîna çîroka Mem û Zîn dinivîsîne, meriv li hêla Wan'ê dinêre, tê bê qeyê Feqî,qedera xwe û Sînemê û a Şêx ê Sen'an bi qedera Bersîs ê Abît re bi teyran re parvedike û digrî ji bêmirazîya xwe û Sînem a Mûksî re.Ava mûradê bi lez û bez dikişe bi hêvîya gîhaştina Dîcle û Firatê.Payîze perperoka jî imrê xwe temamkirin, quling rêya berîyê raçevdikin. Gîha û genim hate çinîn, dengê
çerxên aşa mizgînîya nanê germ didin me. Koçer ji zozanan berjêrî welatên deştî dibin, qîz û xortên me dewet
dikin digihîjin mirazên xwe, av li çema xemgîn dikişin, çimkî erdê ku bi avên çema
xwe hişînbike tune van rojên payîzê, dar û ber, her û her, tev û tev bi rengê
vang gogh dîjîn. Heywaxxx payîza derenge, berfa ku li serê çîyayê bilind di
rêberîya Mikaîl (a.s)’de hatîyê barîn muxbêrîya zivistanek zar û dijwar dide
me, Bayê ecem, bayê qulbe, bayê çep, bayê
rast dora xwe şaşdikin van rojên payîzê, carna bi hevra, carna bi serê xwe, carna
bi dilek şikeştî, bi hêstên xerîbîyê diherikên ser jîyanê. Di demek nêzîk de, dûyê
sobeyan yê bi esîmanên bê stûn ve hilpas bibe, û yê dengê dengbêja tevlî xwe
bike û yê bi ser evînîyên veşartî de, yê bi ser evînîyên nîvmayî de, yê bi ser
evîndarên ku hineya wan hatîye bayîn de bibarîne. Tava payîzê şêlû birqav dide
van rojan. Şewqa tavê dide hêvîyên demsalê, kal û pîr yê bi hêvîya biharek din yê
xwe bidin ber dîwaran. bi germa tava
payîzê hêstirên wan ê bihele, ew çax tavîya mirinê yê bi ser kılamên dengbêjan
de bigre, ewrên reş û tarî yê bi dengê Evdalê Zeynikê şev nîvê şevê bi xuricin.
Belêêê,
di van rojên payîzê û rojên ku li pey payîzê de tên de, bi dengê dengbêjan, emê carna, ji bo bê mirazîya mem û zîn
bigrîn, emê carna bibin pez quvîyek li ser sîpanê xelatê gohdarî li Xecê û
Siyabend bikin, emê carna bi Temo re, li deşt û zozanên emrê Evdalê Zeynikê
bigerin, hinek rojan emê bi Karapet re xwe sirgûnî bin xetê bikin, emê carna li
Helepçeyê bi bîhnan sêvan bimrin, emê bi dengê Şakirê Bedîh li zozanên serhedê
herîn koçerîyê, emê carna bi îzna Hıseynê farê, ji bo xatirê çev û birîyên reş
û belek ê Têlîya malxirab, emê heft qûşkan ji hef birayan re têxin berdêlî, emê
bi sewta Reso, li ser baskê qulingekî mektûbekî ne nivîsandî ji kul û derdên
xwere bişînin, di bin giranîya xem û xeyalên me de, baskê qulingê yê bişkê, ew
qulinga yê bibe mêvanê evdalê zeynike, evdal yê kor be, qulingê saxbe, wexta
quling saxdibe evdal îdî kal dibe. emê li ser tirba Ehmedê Xanî, ji mele Ahmedê
Cizîrî re fatihek jî bixwînin, emê ji ber xwe kılaman derxînin li ser eşqên
xwe, lê gotinên me yê dilê me rehetneke, emê bi dengê dengbêjan, şopa aşıqên ku
gihîştinin mirazên xwe bigerînin. Emê bibin payîz, bibin zivistan,emê bibin
bihar, bibin havîn, çi kin, çi dirêj, ya rast ewe ku dengbêja li ser dilên xwe
nîvîsandine dîroka me, Demsal payîze, roj kin, şev dirêjên, dengbêje bêjin emê
gohdar bikin, emê gohdar bikin dengbêjê bêjin ku heta, li baxên Feqîyê Teyran dîsa
biharek nû hat…
abdulselam akıncı
ekim 2014-ankara
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder